2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
- Rojane
- |
- 21 Tîrmeh 2023 20:18
- |
STENBOL- Ji ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin, 2 jê hatin girtin.
Ciwanên ku duh li Kadikoya Stenbolê di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin îro sewqî Edliyeya Kartalê hatin kirin. Ji 33 ciwanan 29 jê hatin berdan û 2 ciwan jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.
Ji ciwanan Yakûp Bûlût û Ramazan Canpolat jî hatin girtin.