Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
- Rojane
- |
- 16 Tîrmeh 2023 12:12
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê ji serê salê vir ve hezar aktîvîstên ji qadên cuda hatin girtin.
Li Îranê û rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî çalakiya “Jin jiyan azadî” berdewam dikin. Bi dû çalakiyê re cezayê girtin, darvekirin û hepsê jî berdewam dike. Hat zanîn ku di nav 7 mehên 2023’yan de hezar aktîvîst hatin girtin. Hat daxuyandin ku ji van aktîvîstên qadên cuda 513 kes kurd in û yên mayî jî belûcî ne.