Li Zapê bi bombeyên taktîk nukleer êriş hatin kirin
- Rojane
- |
- 14 Tîrmeh 2023 14:18
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku dewleta tirk du caran bi bombeyên taktîk nukleer êrişî herêma Zapê kir.
Li gorî nûçeyan Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); Navenda Ragihandina HPG’ê diyar kir ku dewleta tirk 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êrişî herêma Zapê kir. Hat ragihandin ku êriş di rojên 11 û 13’ê tîrmehê de hatin kirin û dengê wan bi kîlometreyan dûr hatiye bihîstin.