Girtî Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket

Parve bike:

STENBOL - Abdulahmît Babat piştî 30 salan ji Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê derket.

 
ABdulhamît Babat ê ku berdana wî 2 caran hatibû taloqkirin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê derket. Babat ku di sala 1993'yan de hatibû girtin, cezayê muebedê lê hatibû birîn. Malbata Babat û xizmên wî ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin. 
 
Babat piştî ku ji girtîgehê derket, ber bi bajarê xwe Amedê ve bi rê ket.