Du leşker hatin kuştin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê daxuyand ku du leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li herêma "Tevgera Pençe-Şîmşek (Pençe-Brûsk)" du leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî daxuyaniya ku Wezaretê belav kiriye; hat diyarkirin ku leşkerê piyade ku bi peymanî leşkeriyê dikirin Hasan Taş û Furkan Gunergok ku li herêmê birîndar bûne rakirine nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dane.