Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
- Rojane
- |
- 6 Tîrmeh 2023 21:24
- |
MELETÎ – Nehiştin endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş ê girtî, biçe şîna dêya xwe Hanim Erbaşê.
Dêya endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dogan Erbaş, ji ber cezayê ku di Kanûan 2022'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lê hatibû birîn û hatibû girtin, duh danê êvarî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hanim Erbaşê li Taxa Çiglikê ya navçeya WÊranşar a Meletiyê hat veşartin.
Bi hinceta ku dozgerê girtîgehê hê biryar nedaye, Dogan Erbaş tevlî merasîma cenaze ya dêya xwe nebû.