Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
- Rojane
- |
- 6 Tîrmeh 2023 16:36
- |
STENBOL - Li navçeya Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket. Xebatên vemirandina şewatê berdewam in.
Li Taxa Akçaburgaz a navçeya Esenyurt a Stenbolê di qata 4’emîn a febrîqeyeke hilberandina hilawestekan de şewat derket. Nehat zanîn bê ka şewat ji ber çi derket û gelek komên agirkujiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin.
Hewldanên komên agirkujiyê yên ji bo vemirandina şewatê didomin.