Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime

Parve bike:
ŞIRNEX - Li herêma Besta ya Şirnexê şerekî dijwar diqewime. Di heman demê de li navenda bajar jî liv û tevgereke zêde ya helîkopter û wesayîtên zirxî heye. 
 
Artêşa tirk sê roj berê li herêma Bestayê ya di navbera navenda Şirnexê û navçeya Berwarî ya Sêrtê de dest bi operasyoneke leşkerî kiribû. Hat zanîn ku bi destpêkirina operasyonê re li herêmê di navbera endamên HPG/YJA Starê û artêşa tirk de şerekî dijwar dest pê kir. Her wiha li navenda bajar jî liv û tevgereke zêde ya helîkopter û wesayîtên zirxî heye. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li herêma Bestayê di bin navê “ewlehiyê” de ev 3 sal in bênavber dar tên birîn.