Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
- Rojane
- |
- 2 Tîrmeh 2023 23:59
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li 10 gund û mezrikên navçeya Xîzan a Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li gundên Bilgili, Akunus, Govan, Lanilan, Xulepur, Kekulan, Sureh, Pertavan, Kuran û mezrikên wan ên navçeya Xîzan a Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê qedexe îro saet di 21:00'ê de dest pê kiriye û dê heya fermana duyem bidome.