Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
- Rojane
- |
- 28 Hezîran 2023 15:43
- |
ÎZMÎR - Balafira şîrketeke taybet ku ji Balafirgeha Selçûk Efesê rabû, kontrola xwe winda kir û kete xwarê. Di qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Balafira şîrketeke taybet ku li Balafirgeha Selçûk Efe ya Îzmîrê rabû û 2 kes tê de bûn, kontrola xwe winda kir û kete nava zeviyan. Di qezayê de her du kesên di balafirê de sivik birîndar bûn.
Piştî bûyerê, gelek ekîbên tenduristiyê û polîs li cihê bûyerê hatin sewqkirin.