Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
- Rojane
- |
- 21 Hezîran 2023 13:24
- |
ENQERE - Wezîrê Parastinê Yaşar Guler têkildarî hevdîtina di navbera Barzanî û Erdogan axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya li dijî terorê dê bi heman awayî bidome. Hevdîtina duh dê bi xwe re encamên erênî bîne.”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, têkildarî hevdîtina duh a di navbera Serokwezîrê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesûr Barzanî axivî. Guler, beriya civîn koma AKP’ê pirsên rojnamegeran bersivand û têkildarî hevdîtinê wiha got: “Têkoşîna me ya li dijî terorê dê bi heman awayî bidome. Hevdîtina duh dê bi xwe re encamên erênî bîne.”