Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
- Rojane
- |
- 19 Hezîran 2023 13:26
- |
ENQERE - Midûriyeta Giştî ya Emniyetê bi hinceta ku Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî polîsên êriş dikirin weke “dagirker” pênase kir, giliyê Sakî kir.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê (EGM) bi hinceta ku Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî ji polîsên êriş kiribûn re gotibû “dagirker”, giliyê Sakî kir. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya beriya giliyê midûriyetê, têkildarî mijarê daxuyanî dabû û wiha gotibû: “Ez, parlamentera HDP’ê ya ku ji polîsên me yên mudaxaleyî çalakiya bêdestûr kirin re heqareta ‘dagirker’ kiriye, şermezar dikim.”