Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 19 Hezîran 2023 12:23
- |
ENQERE - Di serdegirtinên malan ên li Enqere û Îzmîrê de endama Koordînasyona Navendî ya TOP’ê Hatîce Goz di nav de 4 kes hatin binçavkirin.
Li Enqere û Îzmîrê li dijî endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Piştevaniya Mor operasyon hate lidarxistin. Di serdegirtina malan a her du bajaran de endama Koordînasyona Navendî ya TOP’ê Hatîce Goz di nav de 4 kes hatin binçavkirin. Ji bo lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatiye destpêkirin ve biryara nepen hate wergirtin.
Endama Lijneya Berdevkên TOP’ê û parlamantera Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca têkildarî binçavkirinan de axivî û wiha got: “Em difikirin ku di nava amadekariyên doza komployê de ne. Pere û zêrên di dawetê de hatine pêvekirin weke sûc tên nirxandin. Dewlet dixwaze piştî hilbijartinê hemû tundiya xwe arasteyî mûxalîfan bike.”