Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin

Parve bike:
ÎZMÎR – Faîlê li navçeya Bayrakliyê 4 kes qetil kiribûn, li navçeya Çeşmeyê hate binçavkirin. 
 
Duh li navçeya Bayrakliyê di nava sarincekê de cenazeye 4 welatiyên Turkmenîstanê hatibûn dîtin. Hat diyarkirin ku cenezeyên hatine dîtin yên dayikek, dû keçên wê û hevalê keçeke wê bûne. 
 
Di encama lêpirsîna piştî dîtina cenazeyan hatibû destpêkirin de, faîlê komkujiyê li navçeya Çeşmeyê hate binçavkirin.