Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
- Rojane
- |
- 19 Hezîran 2023 08:20
- |
MÊRDÎN - Li ser rêya Wêranşar a navçeya Dêrikê wesayîteke leşkerî wergeriya. Di encamê de leşkerek û cerdevanek birîndar bûn.
Wesayîta leşkerî ya ji navçeya Dêrik a Mêrdînê ber bi navçeya Wêranşar a Rihayê ve diçû, wergeriya. Di encama qezayê de çawişekî pispor û cerdevanek birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan li nexweşxaneyan hatin veguhestin.