Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
- Rojane
- |
- 18 Hezîran 2023 15:03
- |
ÎZMÎR - Li navçeya Bayrakliyê di nava sarincekê de cenazeyên 3 kesan hatin dîtin.
Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê de sarinca malekê de cenazeyên 3 kesan hatin dîtin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin û li dora avahiyê bûyer lê qewimiye, tevdîrên ewlehiyê hatin girtin. Di lêkolînên ewil de hat diyarkirin ku her sê cenaze yên kesên biyanî ne.