Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
- Rojane
- |
- 18 Hezîran 2023 13:55
- |
BEDLÎS - Polis û parastvanê şaredarê AKP’î ku êrişî rojnameger Aygul kiribûn hatin girtin.
Rojnameger Sînan Aygul nelirêtî û firotina zeviyan a şaredariya AKP’î ya Tetwan a Bedlîsê kiribûn nûçe. Aygul, duh rastî êrişa parastvanê şaredarê AKP'î Yucel Baysal û polîsê bi navê Engîn Kaplan hat. Kesên êrişkar di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin. Êrişkar sewqî dadgehê hatin kirin û bi sedema "bi qesdî xwestin birîndar bikin" hatin girtin.