Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî

Parve bike:
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî.
 
Li taxa Kaniya Kurdan a dikeve rojhilatê bajarê Kobanê agir bi zeviyên genim ket. Cotkaran diyar kir ku agir 30 hektar zeviyên genim û hinek baxçeyên li taxê daye ber xwe.
 
Berî ku şewat bêtir berbalv bibe, komên agirkujiyê mudaxile kirin û agir tefandin.