Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
- Rojane
- |
- 16 Hezîran 2023 19:27
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û komên girêdayî wê li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê nexweşxaneyek bombebaran kirin.
Tirkiye û komên girêdayî wê li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê nexweşxaneyek bombebaran kirin. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Komîteya Tenduristiyê ragihand ku yek jê tenduristkar 4 kes birîndar bûne. Komîteyê ragihand ku ji birîndaran rewşa 2 kesan xedar e.
Navê kesên birîndar wiha ye: “Muxlês Ehmed Nasan (25), Abdullah Abdulrehman Murad (40), Mihemed Hemîd (45), Mustefa Hesen (27).”