Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
- Rojane
- |
- 16 Hezîran 2023 07:55
- |
DÊRSIM - Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê Hidir Çîçek, di encama serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin.
Li Dêrsimê polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê yê berê Hidir Çîçek a li Taxa Sîhenkê de girtin. Piştî lêgerîna li malê hate kirin Çîçek hate binçavkirin.
Çîçek ê sedema binçavkirina wî nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.