Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn

Parve bike:
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê bombe baran kir. Di bombebaranê de herî kêm 4 kes birîndar bûn.
 
Dewleta tirk derdora febrîqeya çîmentoyê ya li gundê Şorikê bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, di bombebaranê de 4 kes birîndar bûne û gelek zirarên madî çêbûne.