Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 14 Hezîran 2023 15:10
- |
TEKÎRDAG - Di serdegirtinên malan ên li Tekîrdagê de 5 kes hatin binçavkirin.
Polîsan îro di danê sibehê de li Tekîrdagê bi ser hin malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk jî di nav de bi giştî 5 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin. Der barê dosyayê de biryara nepeniyê hate dayîn.
Welatiyên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Tekîrdagê.