Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5
- Rojane
- |
- 14 Hezîran 2023 13:06
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Şehbayê li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê bi SÎHA’yan êriş hate kirin. Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dayîn derket 5’an.
Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) yên dewleta tirk li navçeya Til Rifetê leşkerên rejîma Sûriyeyê hedef girt. Li gorî nûçeya ANHA’yê; hejmara leşkerên di êrişê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 5’an. Her wiha 2 leşker jî birîndar bûn.