Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
- Rojane
- |
- 14 Hezîran 2023 10:45
- |
ÎZMÎR - Di nava saetekê de li Îzmîrê 6 erdhej çêbûn.
Li gorî Rasatxaneya Kandîliyê; li Îzmîrê di nava saetekê de 6 erdhej çêbûn. Piştî saet 08.53’yan li navçeya Bucayê bi pileyên 3.9, 3.7, 2.9 û 1.8; li navçeya Gazîemîrê bi pileya 2.3 û li navçeya Bayrakliyê jî bi pileya 2.0 erdhej çêbûn. Erdhej, li seranseriya bajar hatin hîskirin.