Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
- Cîhan
- |
- 12 Hezîran 2023 23:47
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna çaremîn a Mekanîzmaya Hevpar a Daîmî dê bi beşdariya Tirkiye, Fînlandiya, Swêd û şandeyên NATO'yê di 14'ê Hezîranê de li Enqereyê bê çêkirin.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal belav kir ku Civîna çaremîn a Mekanîzmaya Hevpar a Daîmî dê bi beşdariya Tirkiye, Fînlandiya, Swêd û şandeyên NATO'yê di 14'ê Hezîranê de li Enqereyê bê çêkirin.
Dê Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stîan Jenssen, Sekreterê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Jan Knûtsson û Sekreterê Dewletê yê Daîmî yê Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê Jûkka Salovaara tevlî civînê bibin.