Dayikên Şemiyê hatin berdan
- Rojane
- |
- 10 Hezîran 2023 18:32
- |
STENBOL - Dayikên Aştiyê ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin, hatin berdan.
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryaêrn wan bên cezakirin, xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan nehişt û 20 kesên li wir binçav kirin.
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan piştî îfadeya li midûriyeta polîsan a Vatanê hatin berdan.