Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir

Parve bike:
AMED – Walîtiya Amedê, rojhilatê mezrika Dergiyê heya 15 rojan wekî "Herêma Ewlehiyê ya Taybet a Demkî" îlan kir. 
 
Walîtiya Amedê, rojhilatê mezrika Dergiyê ku di navbera gundê Zengesor û Mîzagê yên navçeya Licê ya Amedê de heya 15 rojan wekî "Herêma Ewlehiyê ya Taybet a Demkî" îlan kir. 
 
Walîtiyê daxuyand ku kesên bê destûr biçin vê herêmê dê ceza li wna bê birîn.