Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
- Rojane
- |
- 7 Hezîran 2023 18:20
- |
ŞIRNEX- Malbata ku duh di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, hat berdan.
Li taxa Surê ya navçeya Cizîr a Şirnexê duh danê sibehê polîsan bi ser malekê de girtibûn. Zarok jî di nav de ji heman malbatê 6 kes hatibûn binçavkirin. Ferdên malbatê piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê hatin berdan.
Hat hînkirin ku malbat ji ber mirina cerdevanê ku çend roj berê li navçeyê hatibû kuştin hatiye binçavkirin.