Li Rihayê ji bo nan zem hate kirin
- Rojane
- |
- 7 Hezîran 2023 13:05
- |
RIHA - Li Rihayê ji bo nan lîreyek zem hate kirin û bi vê yekê re nan derket 5 lîreyan.
Odeya Firinvanan a Rihayê ragihand ku ji bo nan lîreyek zem hatiye kirin. Odeyê di daxuyaniya xwe de got ku nanê somun ê 200 gram bû 5 TL, nanê pîde yê 170 gram bû 5 TL û nanê lavaş ê 150 gram jî bû 5 TL.
Zema hatiye kirin dê ji sibe û şûnde êdî bikeve meriyetê. Li Rihayê bihayê nan 3.5 TL’an bû û di 2’yê sibata 2023’yan de bûbû 4 TL.