Li Tûzlayê cînayeta kar

Parve bike:

STENBOL - Îbrahîm Dam ê 18 salî li tersaneya Tûzlayê jiyana xwe ji dest da.

Li Tûzlaya Stenbolê Îbrahîm Dam ê 18 salî ku dema li tersaneyê dixebitî kete behrê, jiyana xwe ji dest da. Ji bo Dam ê dema dixebitî ket behrê, li ser îxbarê tîmên ewlehiya peravê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Dam ê ji aliyê noqavan ve ji behrê hate derxistin, bi ambûlansên hatin cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Tûzlayê. Dam tevî hemû mudaxileyan jiyana xwe ji dest da.