Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
- Rojane
- |
- 5 Hezîran 2023 14:26
- |
AMED - Li konbajarê Amedê ku 900 mexdûrên erdhejê lê dijîn, 52 kes jehrî bûn.
Hat îdiakirin ku li Navenda Bicihbûna Demkî ya Peyasê ya li navçeya Peyas a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê hatiye avakirin û 900 kes lê dijîn, 52 kes ji ber xwarinê jehrî bûne. 52 kes bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û hatin tedawîkirin.