Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
- Rojane
- |
- 5 Hezîran 2023 08:54
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê li Geliyê Qelereş ê herêma Şarbajêr a Silêmaniyeyê bi SÎHA’yan êrişî du kesên li motosîklêtê siwar kir.
Tirkiyeyê li Geliyê Qelereş ê herêma Şarbajêr a Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) êrişî motosîklêteke du kes lê siwar kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku di encama êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.