Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
- Rojane
- |
- 5 Hezîran 2023 08:52
- |
ŞIRNEX - Li Taxa Sûr a Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin.
Duh di saetên êvarê de li Taxa Sûr a Cizîra Şirnexê di wesayîtekê de zilamekî bi kêran hatiye kuştin hate dîtin. Li ser agahdarkirinê, li cihê bûyerê komên tenduristiyê û polîsa hatin sewqkirin. Hat zanîn ku cenaze yê cerdevanê bi navê Mûstafa Erden e. Erden rastî êrişa bi kêran hatiye û cenazeyê wî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Hat ragihandin ku polîsan têkildarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.