Erdogan sond xwar
- Rojane
- |
- 3 Hezîran 2023 15:25
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li Meclisê sond xwar û mazbataya xwe wergirt.
Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdgoan ji bo mazbataya xwe werbigire û sond bixwe hat Meclisê. Erdogan ji aliyê Serokê Meclisê yê Demkî Devlet Bahçelî ve hat pêşwazîkirin. Erdogan li Meclisê sond xwar û dest bi wezîfeya xwe ya heyama nû kir. Erdogan piştî merasîmê dê serdana Anitkabîrê bike û saet di 17.00'an de beşdarî merasîma destpêkirina wezîfeyê ya li Beştepe bibe.
Erdogan piştî xwarina êvarê ku li Koşka Çankayê bide, tê payîn ku endamên kabîneyê eşkere bike.