Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Balefirên şer ên Tirkiyeyê gundê Sêgirê yê bi ser Amêdiyê û Çiyayê Garê ve bombebaran kirin. 
 
Di saetên sibehê de balefirên şer ên Tirkiyeyê gundê Sêgirê yê bi ser devera Nihêlê û Çiyayê Garê li nêzî bajaroka Amêdiyê bombebaran kirin.
 
Di derbarê ziyanên bombebaranê de heta niha zanyariyên zelal bidest neketine. Lê piştî êrişê, agir bi eraziyên deverê ketiye û hîna jî nehatiye vemirandin.
 
Di nava vê hefteyê de ev cara duyeme gundê Sêgirê tê bomberankirin.