Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin
- Rojane
- |
- 1 Hezîran 2023 11:30
- |
WAN - Di meha gulanê de li Îranê 21 jê jin bi giştî herî kêm 107 kes hatin girtin.
Li gorî îstatîstîkên Navenda Mafên Mirovan a Îranê; di meha gulanê de herî kêm 107 kes hatin girtin an jî revandin. Li gorî daneyan; ji kesên hatine girtin 54 jê kurd bûn. Her wiha ji girtiyan 21 jê jin, 6 jê aktîvîstên medyayê, 6 mamoste û yek jî xwendekar bû.