Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin
- Rojane
- |
- 31 Gulan 2023 17:23
- |
ÎZMÎR - Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim bi îdiaya "endamtiay rêxistinê" hat girtin.
Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim ku di 30'yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Eskîşehîrê de hatibû binçavkirin û cezayê hepsa malê lê hatibû birîn, hat girtin.
Piştî ku dozgerê dosyeyê ji bo cezayê hepsa malê îtiraz kir, Yildirim ji bo îfadeyê çû Edliyeya Îzmîrê û li vir hat girtin.
Yildirim ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, şandin Girtîgeha Şakranê ya Jinan.