Çemê Periyê rabû: Mal û gov di bin avê de man
- Rojane
- |
- 30 Gulan 2023 16:09
- |
ÇEWLIG - Li navçeya Kanîreşê di encama rabûna Çemê Periyê de mal û gov di bin avê de man.
Li gundê Qirtuzî yê navçeya Kanîreş a Çewligê piştî barîna barana zêde Çemê Periyê rabû. Ji ber rabûna çem gelek mal û gov di bin avê de man. Di rabûna çem de kesê jiyana xwe ji dest neda û gundiyan jî bi derfetên xwe mal û govên xwe vala kirin.