Li Mûşê lehî rabû: Gelek sewal ber lehiyê ketin
- Rojane
- |
- 30 Gulan 2023 14:58
- |
MÛŞ - Li bajarokê Sirong ê Mûşê lehî rabûn. Gelek sewal ber lehiyê ketin û ziyanên madî gihiştin malan.
Li bajarokê Sirong ê Mûşê ji ber barana zêde lehî rabûn. Gelek sewal ber lehiyan ketin û winda bûn. Ji ber lehiyan ziyaneke mezin gihişt cihên çandiniyê û malan.
Şaredariyê tu xebat nedan meşandin û welatiyan bertek nîşan dan. Welatî hewl didin bi setilan ava avêtiyê malên xwe derxînin.