Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
- Rojane
- |
- 28 Gulan 2023 21:33
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê serketina Erdogan a di hilbijartinên serokkomariyê de bi gulereşandinê pîroz kirin. Di gulereşandinê de zarokek hat qetilkirin û hin kesên din birîndar bûn.
Li gor nûçeya ANHA'yê ku nûçeya xwe spartiyaê çavkaniyên xwecihî,hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê serketina Tayyîp Erodgan a di hilbijartinên serokkomariyê de guşereşandin hewayê û derdorê.
Di gulreşandinê de li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê zarokek hat qetilkirin û hin kesên din jî birîndar bûn.
Guleyên bê ser û ber tên reşandin, li ser banên malan û konên li bajêr dikevin.