Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
- Rojane
- |
- 28 Gulan 2023 18:36
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li girtîgehên Şirnex û Mêrdînê namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû ferq avêt namzetê Tifaqa Cûmhûr Erdogan.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê deng dayîn bi temam bûn. Namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû 181 deng, namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan 27 deng wergirt.
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî Kemal Kiliçdaroglû 287 deng, Tayîp Erdogan 32 deng wergirt.