Bi hezaran kes li Xabûrê hatine sekinandin
- Rojane
- |
- 27 Gulan 2023 21:25
- |
ŞIRNEX - Bi hezaran kesên ku dixwazin di Deriyê Sînor ê Xabûrê re bên Tirkiyeyê, li ber derî hatine skeinandin.
Bi hezaran kesên ku ji bo tûra 2'yan a hilbijartinên serokkomariyê dixwazin ji Herêma Kurdistana Federe derbasî Tirkiyeyê bibin, li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê hatine sekinandin. Ji ber ku têketin tune ye, bi hezaran wesayît li dû hev rêz bûne. Welatiyên ku bi saetan e li ber derî hatine sekinandin bertek nîşanî vê yekê dan.