Li Wanê Şukru Koçak jinekê qetil kir
- Rojane
- |
- 27 Gulan 2023 20:05
- |
WAN - Li Taxa Şabaniyeyê Şukru Koçak hevjîna xwe Fatma Ûgûrê qetil kir.
Li Taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtan a Wanê Şukru Koçak, hevjîna xwe Fatma Ûgûrê qetil kir. Piştî ku cînaran gilî kir polîs û tenduristkar hatin cihê bûyerê. Hat diyarkirin ku kujer Şukru Koçak jî ji cihê bûyerê reviyaye.
Hat hînkirin ku zarokek Ûgûrê heye û bi awayekî sîstematîk rastî şideta Şukru Koçak hatiye.