Li Xelfetiyê 2 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 25 Gulan 2023 12:54
- |
RIHA - Li navçeya Xelfetiyê di encama serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin.
Îro di danê sibehê de polîs û cendirmeyan li Taxa Yeşîlozen a navçeya Xelfetî ya Rihayê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Abdurahman Polat û Denîz Karayurek hatin binçavkirin. Têkildarî sedema binçavkirinê tu agahî nehatin dayîn. Hat zanîn ku welatî ji ewil birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê û piştre jî derbasî midûriyeta emniyetê ya bajar hatin kirin.