Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên Iraqê li derdora Wargeha Mexmûrê dîsa ketin nava liv û tevgerê. 
 
Leşkerên Iraqê îro di danê sibehê de li dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dîsa ketin nava liv û tevgerê. Li gorî nûçeya Rojnewsê; leşkerên Iraqê li semta Şehîd Robar bîrên avê yên kampê dorpêç kirin. Şêniyên wargehê jî li dijî vê dorpêçê li ber xwe didin.