Li Dêrikê du malbatan li hev xist: 11 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 24 Gulan 2023 14:14
- |
MÊRDÎN - Li Dêrikê du malbatan li ser erdan li hev xist û 4 jê giran 11 kes birîndar bûn.
Li mezra Sirtê ya gundê Qizilaşên a bi ser navçeya Dêrika Mêrdînê ve du malbatan li ser erdan li hev xist. Di şerê qewimî de 4 jê giran 11 kes birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê. Gelek leşker sewqî cihê bûyerê hatin kirin.