Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin

Parve bike:
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên Iraqê êrişî xelkê Mexmûrê kir û di bûyerê de kesek birîndar bû.
 
Leşkerên Iraqê yên ku dixwestin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin, bi tevî gelek wesayîtên zirxî û kepçe hatibûn derdora wargeha. Leşkerên Iraqê êrişî xelkê wargehê kirin. Di êrişê de welatiyek ji Mexmûrê birîndar bû.