Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
- Rojane
- |
- 19 Gulan 2023 20:11
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke bêmirov a biçek a dewleta tirk baregeheke leşkerî ya başûrê Minbicê bombebaran kir. Di bombebaranê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeya ANHA'yê balafireke bêmirov a biçek a dewleta tirk baregeha hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Mecra Westanî yê başûrê bajarê Minbicê bombebaran kir.
Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de 4 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dane û hin jê jî birîndar bûne.