Li Hesekê li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyon hate lidarxistin
- Rojane
- |
- 16 Gulan 2023 09:35
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê li Hesekê li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyonek li dar xist û serçeteyek girt.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku yekîneyên wan ên taybet li bajarokê El Deşîşe yê başûrê Hesekê operasyoneke ewlehiyê li dar xistiye û di encamê de rêveberekî DAIŞ’ê û gumanbarek girtî ye.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku operasyon bi piştgiriya bejahî û hewayî ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dar xistî ye û da zanîn ku di operasyonê de, çek, amûrên teknolojî, belgeyên ku têkiliyên wî bi DAIŞ`ê re îsbat dikin, hatine desteserkirin.