Endamên şandeya Îspanyol ên hatibûn binçavkirin hatin dersînorkirin
- Rojane
- |
- 15 Gulan 2023 13:57
- |
SÊRT - 3 kesên ku ji şandeya ji 10 kesan pêk dihat ku ji bo şopandina hilbijartinê ji Îspanyayê hatibûn Bedlisê hatibûn binçavkirin, hatin dersînorkirin.
3 kesên ku ji şandeya ji 10 kesan pêk dihat ku ji bo şopandina hilbijartinê ji Îspanyayê hatibûn Bedlisê hatibûn binçavkirin, polîsan birin balafirgehê û ew dersînor kirin. Endamên Meclisa Nûnertiyan a Îspanyayê Jon Iñarritu García, İsabel Chacon û Tino Brugos ên dora saet 07.00’an bi polîs û parêzerên wan re birin Balafirgeha Amedê hatin dersînorkirin.